18 Aralık 2017

Dagirkirina Kerkûk'ê, êrişeke şikandina vîn a neteweya Kurd e!..

Lêbelê, ev nêrînên xwe, nikarin ber azadiya vê gelê wek bendavek biparêzin. Nikarin mafên wê neyewê ya tayînkirina qedera xwe ya pêşerojê bidin sekinandin an jî hwk... Li beranberî rêça Barzan'yê jî sekn û nêzikahiya me, nirxandin û gotina me her tim zelal û ber çavên dunyayê ye

HABER MERKEZİ (12.11.2017) - Li herêma Kurdistana Başûr, bi serokatî ya Barzanî û bi Rêveberî ya Herêma Kurdistan ya Iraq'ê, di 25'ê îlonê de referandûmek çêbû. Di vê referandûmê de, gelê Kurdistan bi giranî ya xwe ve "erê" got. Piştî referandûmê, di 15'ê Cotmeh'ê de arteşa Iraq'ê, Parasana Şoreşa Îran'ê û Hêzên Haşdî Şabî, bi alikariya hin qadroyên Yekitiya Niştimanên Kurdistan'ê ve Kerkûk dagir kirin. Bê guman referandûma serbixweyî ya Kurdistan, hevsengiya hêzen herêmê, nakokiyên siyasî, bendbendiya leşkerî, pozîzyona îtifaqî ya heyî ya di navbera hêzên herêm a paşverû û emperyalîstan dê biguherîne, ev yek rewşeke zelal û eşkere bû jixwe. Bi taybetî kesên zana bendê bûn ku dê pergala desthilatdarî yên Îran, Iraq û Tirk, li himberî azadixwazî ya Kurt li hev bikin, bên cem hev, tevbigerin, bi vî hawî hewl bidin ku dengê azadî ya gelê Kurd bixeniqînin, ji bo vê yekê hêzên xwe yê leşkerî û siyasî tevbigerînin û bidin rê. Birastî jî di dawiyê de heman wisa kirin.

Lê dagirkirina Kerkûk'ê, di her qadî de nîqaşên cûrbecûr vekir. Ev nîqaşana bi şiklekî berfireh tê meşandin; him ji alî Kurdan, him ji alî hêzên emperyalan, him jî ji alî hêzên dîtatoryal ya li herêmê ve ev nîqaş nîqaşeke girîng e û di piştê vê kêşeyê de jî siyasetên stratejîk û taktîk hene, li gorî vê prosesê jî gengeşiyek dimeşe. 

Dewletên Tirk, Faris û Iraq'ê û pergalên desthilatdarî yên van hêzên paşverû, li himberê mafên Kurd yên herî demokratîk hatin ligel hev, siyasetên xwe yên teqez statukoparêz şixulandin, bi vî şiklî biryareke hevpar girtin ku gelê Kurd ev referandûmê heyî betal bikin, bi vê jî nemînin, hilkişin li sînora xwe yê berê ya 2014'ê. Ev hêzên ku tamûla xwe nîn e ku yek Kurdek jî di vê jiyanê de mafên xwe yê herî xwezayî ya însanî bikarbîne û wek gelên din bijî, wek gelên din bêhna xwe hilde, wek blokek xwe saz kirin. Li dijî mafên gelê Kurd û li dijî azadiya wan, siyasetên xwe yên stratejîk û leşkerî wek peywirekî mezin dan ber xwe û hêzên xwe wek hêzekî dagirkeriyê tevî hev bikar anîn. 

Lê li piştî lihevkirina van hêzan, piştî çavsoriya berdevkên van dewletan gelek pêşveçûn çêbû, bi van pêşveçûyînan jî çembera dagirkerî yê van hêzan hê hate şidandin û teng kirin. Piştre Barzanî dev ji erka xwe berda. Bi van meseleyan ve girêdayî niqaşên rast an nerastî ya referandûmê hate rojevê. Gelek pispor û siyasetmedar, "gelo ev referandûm biryareke rast bû an nerast bû" bilêv kirin. Ev nîqas wek agirekî bihêz belavî herêmê bû. 

Hin kes, li ser navê çepbûn û sosyalîzmê tevî van niqaşan bûn, ligel van, di qada Kurdan de jî tevlêbûneke girseyî çêbû. Ev yek jî tiştekî sosret anî rojevê ku, ev nîqaş çiqasî niqaşeke paşverût e. Em, nêzikahiya xwe di destpêka vê pêvajoyê de wek bi awayekî zelal danî bû pêş gelê xwe. Lê hewce û pêwîst e ku em careke din sekna xwe zelal bikin. 

Em vê yekê dibêjin û diparêzin ku; li ku dibe bila bibe, kîjan gel dibe bila bibe, her gelek, dikare li himberî hêzên dagirker mafên xwe yê xwezayî bîne ziman, biparêze, xwedî mafên damezirandina dewletên xwe ye û dikare mafên xwe yê damezirandina dewleta xwe biparêze, bê şert û bê merc em li pişta parastina vê mafê ne. Li gor rêveberiya wê gelê, li gor hêjahiya wê dewletê ku dazwaz dibe were damezirandin, li gor şert û mercên heyî, şêwaza komunîstan nayê guhertin, ev nêrîn teqez nêrîneke bingehîn û rêzikek e. Dê komunîst, hewceye ku berî her tiştî ev mafê binase. Piştî vê jî helbet dikare nêrîn û xwestekên xwe bilêv bike, ji bo îqnakirina komunîzmê bixebite, dikare projeyên xwe yê sosyalîst bide nasîn, ji bo rewabûna sosyalîzme tekoşînek bimeşîne. Lêbelê, ev nêrînên xwe, nikarin ber azadiya vê gelê wek bendavek biparêzin. Nikarin mafên wê neyewê ya tayînkirina qedera xwe ya pêşerojê bidin sekinandin an jî hwk... Li beranberî rêça Barzan'yê jî sekn û nêzikahiya me, nirxandin û gotina me her tim zelal û ber çavên dunyayê ye...